
Ji penûsa Destîna Helep
Me di 2011’an de xwe rêxistin kir û di hemû eniya de cihê xwe girt. Her çiqas hejmara me kêm bû jî ev yek nebû asteng li pêşiya me û pêşketin jî hebû, ji ber ku îrade û bawerî bi azadiyê hebû. Me di sala 2013 an de bi awayekî fermî wek Hêza jin xwe îlan kir. Her çiqasî em bêjin 2013 jî, bê guman dîroka tekoşina jinên Kurd ya ku bi salên direj li hemberî hişmendiya zilamsalar têdikoşe ji bo YPJ jî bû bingehekê xurt. Ji bo ku rola YPJ di Rojavayê Kurdistanê da lîyîstîye em fehm bikin, pewiste şert û mercên ku ji salên 2012 heya 2015an baş fehm bikin. Li seranserê Rojhilata Navîn û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê erişên hezên Daiş û El Nusra bi awayekê hovanê li ser heremê hebû, ev êrîş bi taybetî jî li hemberê jinan bûn. Bi hezaran jin di van êrîşan de hatin qetil kirin, hatin revandin û eşkence û tecavûzan re rû bi rû man. YPJ ji bo parastina hebûn û rûmeta jinên heremê wek hêza parastina cewherî rola xwe list. Bi taybetî di berxwedana Kobanê û di rizgarkirina Jinên Ezidiyan de navê xwe di dîroke de nivîsand. Heger em bêjin YPJ tenê hêzekê çekdarî ye, ev pênase dê cîhê xwe negire, ji ber ku bingeha xwe ji bîrdoziya sosyalizmê û azadîxwaziya jin digire. Bi hezaran salan li hemberê hebûna jin êrîşên zilamsalarî hene. Jin li ser van axan ji hebûn û cewhera xwe hatiye dûr xistin. Mafên jinan tê binpêkirin. Vegera cewhera xwe û bûyina Xwebûn encax bi fikrên azad re ava dibe. Di şoreşa Rojava de fikrên esas ew bûn ku hemu gelên heremê bi hev re di nav pergalekê demokratîk û wek hev de jiyan bikin. Bê guman azadiya civakê bi azadiya jinan re destpê dike. Qasî ku jin azad bibe cîvak pêş dikeve. Di xwezaya jinan de cîvakbûyîn û komînal bûyin heye. Ev xweza dema bi zanebûn re dibe yek wê demê jiyan xweşik û bi wate dibe. Civaka ku jin tê da bindest e nikare hebûna xwe, çand û nasnameya xwe biparêze. YPJ di heremê de rola pêşengtiye liyîst, ji bo azadiya jinan hem di aliyê fizikî hem jî di aliye fikrî de azad be kar û xebatê xwe meşand. Parastina cewherî ji her alî ve girt dest û li gor wî jinên xwedî îrade û xwedî fikrê azad afirand. Destpekê bû xwebûn piştra ew hebûna xwe parast. Di vî alî de ne tene ji jinên hereme re, ji jinên cîhanê re jî bû mînak û pêşengtiyê kir. Dayikên ku ji YPJ hêz girtin berê keçên xwe dan YPJ. Îro li Rojavayê Kurdistanê de bi saya rola YPJ jin ji bo mafên xwe dengê xwe derdixin û di qadên civakî, siyasî û hemû qadên jiyanê de cîh digirin.
Bêguman azadî hêsan nayê qezenc kirin. Taybetî di herema me da ji bo jiyina çanda xwe û parastina hebûna xwe berdêlên mezin tên xwestin. Rojavayê Kurdistan ê, ev 15 salên dawî her tim bi erîşan ra rû bi rû ma. Hem çeteyên wekî Daiş hem jî hêzên hegemonîk yên dijî azadiyê êrişen xwe van salan da xûrt kirin. Parastina cewherî ji bo herema me ji nan û av zêdetir pêwîst e. Ji bo hebûn û çand û jiyanek bi rûmet her bihusta Rojava bi xwîna şehidan hat av dan. Di nav wan qehremantiyên mezin da bê guman şervanên YPJ bi berxwedaniya xwe bûn sembola Jinên Azad. Ji Arîn Mîrkan’a heya Avestayan, Barînan yek ji wan ji bo azadiya jin û civakê keliyekê guman nekirin û bombê xwe xwe da teqandin. Dîsa bi hezaran şervan di çeperan da heya dilopek xwîn laşe wan da hebe ji bo parastina jiyana azad berxwedan û şehîd ketin. Herî dawî di taxa Şex Meqsud de Deniz, Gerila û bi dehan fedaîyên jin bedena xwe kirin mertal ji bo azadiyê. Di nav tekoşina azadiya jinan de her yek ji wan bûn ronahi, bûn hevî. Ji bo jin li ser vî axî azad bijîn, di bin siya fikrê zilamsalar û olperest da, di nav zincirên koletiyê da, di tarîtiyê da jiyan nekin ewqas berdel hat dayin. Bêguman ew berdelên ku hatine dayîn tu car neyên ji bîr kirin û dê armancên wan serbikeve. Îro dîsa şervanên YPJ li ser şopa wan qehremanan da dimeşin.

Piştî pevajoya 29’ê çile hebûna YPJ jî ket rojev ê. Destpekê da jî me got YPJ hezêke parastina jinê ye û ji bo azadiya jinan tedikoşe. Roja me ya îro de hîn jî li ser jiyana jinên heremê xeterî heye. Heremê da xeteriye çeteyên Daiş xilas nebûye dîsa di nav jiyanê da hîn jî jin tên kuştin, tên tecavûz kirin, mafên jinan tên binpêkirin rewşa ku jiyana jin di bin xeteriyê da be mafê jinan jî heye ku xwe biparêzin, mafê xwe parastinê mafek rewa û xwezayî ye û esasî ye. Eger em behsa demokratîkbûnê, wekhevî û edaletê bikin divê mafê jinan bê parastin. Ev jî ancax jin bi xwe bikin û misogeriya vê mafê dema ku di desturê da mafê jin bê nivîsandin û di cihê biryarê de be, û hêza YPJ hebe ew dem mirov dikare bêje wê jiyanek bi maf û rûmet ji bo jinan wê hebe.
YPJ keçên vê civakê ne û li hember hemû êrîşan parastine xwe dike. Ew maf e û rewa ye. Niha rewşa YPJ hîn jî niqaşê da ye lê em wek YPJ hebûna xwe ya heremê da bi israr in. Hemû jinên ciwan di serî de jinên ciwan yên Kurd pêwîste giringiya YPJ ya heremê baş fehm bikin. Cîheke da jin bi avayekê rexistinî parastina xwe çêneke nikare bibe xwebûn. Ji bo em bikaribin xeteriyên li ser hebûna xwe belav bikin pêwiste em bibin yek û rexistinî mafê xwe yê parastina cewherî pek binîn. Bi salan jin bi berdelên giran heremê da xwe kirin hêzekê esasî, em di rêya azadiyê da meşiyan û me hebûna jin qezenc kir, me îrade û azadiya xwe qezenc kir bangawaziya me ji bo hemû jinen ciwan ew e ku em van destkeftiyên xwe bihevra biparêzin. Em nehêlin ku carek din keda jin were binpêkirin û renge jin were çilmisandin.
